Li Stockholmê merasima bîranîna Helebçê
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 17:27:05


Bi amadekariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê di 16ê Adarê de li Stockholmê merasîma bîranîna Helepçê tê lidarxistin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Federasyona Komeleyên Kurdistanê-FKKS, di 16ê Adarê de li Stockholm a paytexta Swêdê merasîma bibîranîna tevkujiya Helebçê li dar dixe.

 
Daxuyaniya FKKS’ê a ji bo 16ê Adarê weha ye:

 
Li Iraqê edalet tecellî bû, lê edaleta navneteweyî!?

 
Li ser tevkujiya Helebçê 22 sal derbas dibin. Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyin û rejima wî ya Beas di 16ê Adara 1988ê de bi çekên kimyayî bajarê Helepçe bombebaran kiribû û zêdetir 5 hezar însanê sivîl yên kurd di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyewî hatin jehrdekirin.

Elî Hesen Mecîd
kurxaltiyê Sadam Husên di dema rejîma jinavçûyî ya Beasê de berpirsê navçeya bakur û tawanbarê sereke yê kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd û karesata Enfalê bû. Elî Hesen Mecîd 5 meh piştî hilweşiyana rejima Saddam di Tebaxa 2003ê de hat girtin

Dadigeha Bilind a Tawanan a Iraqê Eli Hesen Mecîd bi îdamê ceza kir û di 25.01.2010ê de jî ew hikûm hate bicihanîn. Herweha Dadgeha Bilind a Iraqê qaresata Helepçeyê wek tevkujî qebûl kir.

 
Bi cezakirina Alî Kimyawî û bi biryara Dadgeha Iraqê, edalet li Iraqê di derbarê Tevkujiya Helepçeyê de hat tecelîkirin. Lê divê di warî tevkujiya Helepçeyê de hewildanên me yên çalakiyan berdewam bibin heta ku Yekîtiya Neteweyan tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovayiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

 
Sêşem 16 Adarê, saet 17.00
Li Adolf Fredriks Kyrkan- Stockholm
Hollandärgatan 16 (li cem ABF Sveavägen 41)

 
9.03.2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.