PDK 33, YNK 13, Goran 11, Yekgirtû 5, Komel 2 kursî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 19:57:06


Kurdan 64 kursî misoger Kirine û lı benda 2 kursiyên din in. Bi giştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikaber di nav qewareyên Kurdistanê de.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Kurdan 64 kursî misoger kirine û li benda 2 kursiyên din in. Li gor encamên dawî yên hilbijartinan ku ji çavkaniyên PDK, YNK û Goranê gihiştine Rûdawnetê; bi giştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikeber di nav qewareyên Kurdistanê de.
 
 
Li gor amarên ku gihane destê Rûdawnetê kurdan ji xeynî dengên derve, 63 kursî misoger kirine. Kursiyên ku kurdan bi dest xistine wiha ne: Mûsil 10, Kerkûk 8, Diyale 3, Silêmanî 17, Hewlêr 14, Dihok 10, Bexda 1.
 
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
 
Li gor çavkaniyên PDK-ê, di nav partiyên kurdan de PDK bûye yekemîn û jimara kursiyên wê wiha ne: Dihok 9 kursî, Hewlêr 9, Mûsil 9 (Digel kotaya kurdên Şebek ku Mihemed Cemşîd e û rêveberê Şaxê 14 yê PDKê ye), Kerkûk 2, Silêmanî 1 (ku berendama PDKê li Silêmanîyê Lane Mihemed Elî bû, di nav berendaman de herî zêde deng wergirtiye, herwiha dibe ku PDK li Silêmaniyê kursiyeka din jî bi dest bixe), Bexda 1.

 
Tevgera Goran

 
Li gor çavkaniyên Goranê kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 6 yan 7, Kerkûk 1, Hewlêr 2 yan 3, Mûsil 1. Goran li gor alternatîfa herî baş 11 kursiyan bi dest dixe.
 
 
Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
 
 
Li gor çavkaniyên YNKê jî kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: "Diyale 2, Silêmanî 5, Kerkûk 4 yan 5, Hewlêr 1, Mûsil 1 yan 2.
 
 
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
 
 
Li gor amarên ketine ber dest kursiyên ku Yekgirtûyê bi dest xistine, wiha ne: Silêmanî 2, Hewlêr 1, Dihok 1, Kerkûk 1. Li gor hilbijartina berê Yekgirtû dengê xwe li Dihokê pir zêde kirine.
 
 
Komela Îslamî

Kursiyên ku Komela Îslamî jî wergirtine wiha ne: Hewlêr 1, Silêmanî 1.

 
Kurdan bi giştî 64 kursî misoger kirine, lê ew li bendê ne ku ev jimar bibe 66. Ji ber li seranserê Iraqê 15 kursî kota ne. Ji bilî kursiyêk ji bo êzidiyan wek kota hatiye veqetandin, îhtîmala kursiyeka ji kotayan wergire heye.
 
 
Wek tê zanîn Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ji 11 partiyan pêk tê, ji wan tenê PDK û YNKê karibûye ew kursiyan bi dest bixin. Lîsta Hevpeymanî 46 kursî bi dest xistine.
 
 
Kotaya Xirîstiyanan
 
Rêvebirê bajarokê Enkaweyê Fehmî Metî ku ser bi Lîsta Civata Millî Kildanî, Sûryanî û Aşûrî ye bo Rûdawnetê ragehand: "Ji xeynî mîsogerkirina kursiyê kota yê Hewlêrê, egera 4 kursiyên din jî heye, em li Dihok, Mûsil û Bexdayê wergirin."

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. Ciya Azad
    Slv û rêz; ez gelekî merak dikim ku gelo rêjeya kurdan li Musul û Kerkulê çi ye ? mixabin ku ez li gelekî malperên kurdan nêri lê min tiştek nedît.Tenê wekî netkurdê dibêjin ku Kurd ewqas nuner derxistine hew. divê gund bi gund kijan partî çiqas deng sitand biweşanda.
  2. bextyar
    Hilbijardınê Kurdistanê keyfxweşi û serfirazi da me. Ji bona serkewtina PDK ê icar ez bextevwar bum,lewre ew Partiya Mustefa Barzani yê mezin u nemire .Helbet wê serbikewe .Partiyeke ne bi nav tenê,bi xwe ji Demokrate û hemerenge.Bin serokatiya kak Mesud Barzani de her tim ^we serkewtibe. Lê lista Goran ji gelek pêşte çuye ,lazim mam Celal êdi bi kur,kur meleheze bike ,ser halê xwede rexnadar be.Biji Kurd û Kurdistan,daim serkextin bimeşin ber bi Kurdistaneke serbixwe.
  3. sirosht
    Bijît PDK u YNK u her partîyeka bi navê hevpeymanî kurdistanî bejdarî dengdanê da bi . yekgirtîna me nexşeya kurdistanê u dewleta kurdî di vehînêt . ez zor şad bim bi hebuna 64 korsîya taybetî desthelata herî zêde di destê seroke netewî mesud varzanî
  4. Ferhad
    PDK Partîyek Rengarenge ji ber wê Ew tim serkeftîye! Di PDK de, Devera Behdînan bi tevahî, gelek Deverên Soran, Devera Şêxan û heta hinek Alîyên tirkmen û ereb jî têde cîh digrin û ev Remza pêşketina vê Partî ye! Berûvajî Partîyên YNK û Goran bi teneê Nûnerîya Devera Sorannêşîn dikin û bi taybet li Silêmanîyê, wçca tiştekê seyr nîye ku Ew bi qasî PDK Dengan naînin!
  5. mohsin boti
    her bijit kurd u kurdistan u her ye bilind bit alaye kurdistane u her ye saxbit serok barzani
  6. gundî
    Goranê pişta YNK şikand û ew kirin mîna pepokan . li gor tevgera goraê êdî navê YNKê nema û ew dibe partîya talebanî.
  7. Ferhad
    Bi Xwedê PDK gelek Deng anîne!! Mixabin ku Îslamîyan 5 Kursî anîne (1 Kursî jî ji wan zêde bû!!!) Eger Kurdistan bikeve Destê wan, wê Kurdistanê wek Îraq û Îranê lê bikin! Belê xem nake bila ew ji hinek bikevin Lîsta Kurdan de, çûnke em dibêjiîn em dêmokratîn, wêca di dêmokratîyê de divê her Alî hebe!
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.