'Dewlet bi PKK-ê re hevdîtinan dike'NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-15 14:19:55
Dewleta tirk bi riya hin berpirsên xwe yên ji Anqerê, hefteya derbasbûyî li Îstanbulê
Nivîskarê rojnameya TARAF-ê Yildiray Ogur radigihîne ku dewleta tirk bi riya hin berpirsên xwe yên ji Anqerê, hefteya derbasbûyî li Îstanbulê li bexçeyê pişt restoraneka masiyan a di bin pirekê de (muhtemelen pira Galatayê) ku restoraneka piçûk a ji çavan dûr e, li gel hin terefên pêwendîdar bi PKK-ê re rûniştine û daxwaza rawestandina şer di qonaxa referandumê de kirine.
Yildiray Ogur navê terefan û pileyên wan nade; li aliyekî dibêje "dewletmendên ku ji Anqereyê hatin" li aliyê din jî tu navan nade, tenê behsa daxwazên wan dewletmendan li wê restorantê dike.
Li gor nivîskar berpirsên dewletê ragihandiye ku mehek bimîne ji referandumê remezan dest pê dike, pişt re jî cejna remezanê ye. Bira PKK agirbestê îlan bike. Di vê navberê de ji xwe BDP-ê boykotkirina sindoqan xistiye rojeva xwe, ev îmkanê dide ku ew jî di vê mehê de kampanyayeka siyasî a boykotê dikare dewam bike.
Li gor nivîsê dewlet dixwaze hê ji nuha ve PKK dikare agirbestê îlan bike, di vê navberê de ew dikarin gerîllayan vekêşin û li ser mesela rawestandina çkan bifikirin. Dewlet jî di van du mehan de dikare bifikire.
Nivîskar diyar nake ku ji "deletmendên dewletê" qesda wî esker in an hukumeta siyasî ye, lê ji temamiya nivîsê tê fahmkirin ku yên ev pêşniyar anîne esker in.
Yildiray Ogur îdîa dike ku ev restorant berê jî carekê di salên 1996-99-ê de buye ciyê hevdîtinên ji bo rawestandina şerê PKK-ê. Wê demê serokerkaniya orduya Tirk hevdïtinên li gel PKK-ê meşandine û ogtine ku "cudabûn ne tê de em dikarin hemû pirsan ji bo çareseriyê minaqeşe bikin. Heta li gorr nivîskar piştî van hevdîtinan Abullah Öcalan bi xwe biryar da ku ji Suriyeyê derkeve û biçe Ewropayê, da PKK ji rêxistina şerekî çekdarî bê guhertin rêxistineka siyasî.
Agahiya hevdîtina ji bo agirbesteka nuha, kesekî ku şahidê nêzîk ê hevdîtinên 1996-99-ê ye daye nivîskarî. Agahiya nuh jî her li eynî restoranê di hevdîtina vî şahidî û nivîskar de hatiye dayin.
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)