'Öcalan bi xwe xwest ji Suriyeyê derkeve'NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-15 14:56:53
Sedemê vê tengijandina li gel Sûriyeyê ew bû ku di encama hevdîtinên esker û PKK-yiyan de Abdullah Öcalan bi xwe daxwaz kiribû ku ew ji Sûriyeyê derkeve.
Nivîskarê rojnameya TARAF-ê Yildiray Ogur radigihîne ku serokerkaniya Tirk di salên 1996-99-ê de berê nerasterast (bi wasite) pişt re rasterast bi riya efserên xwe berdewam sê salan hevdîtin li gel PKK-ê kirine.
Hevdîtinan berê li Îstanbulê li bexçeyê pişt restoraneka masiyan a di bin pirekê ku restoraneka piçûk a ji çavan dûr e, li gel hin terefên pêwendîdar bi PKK-ê re destpêkiriye, pişt re li Ewropayê; Brukselê dewam kiriye.
Di wan hevdîtinan de beşek ji eskeran ku serokerkanî jî li pişt wan buye, di nav dewletê de gihîştine wê qenaetê ku şerê li gel PKK-ê ê çareseriyekê neyne, ev wiha nameşe û pêşniyar anîne ku "mesela cudabûna ji Tirkiyeyê ne tê de ew amade ne hemî alternatîfan minaqeşe bikin, ji bo vê lazim e agirbestek bê îlankirin da zêdetir xwîn nerije.
Kesên ku li gel PKK-ê ketine hevdîtinan ji bo hêza xwe ya xurt a nav dewletê îsbat bikin soz dane ku wan kesên ku di kongreya HADEP-ê de alaya tirk daxistine û ji bo wê di zîndanê de ne roja dîtir serbest bidin berdan û dane berdan jî.
Di encama van hevdîtinan de, sala 1998-ê dewlet û PKK-ê li hev kiriye ku Abdullah Öcalan di MED TV de li hember çapemeniya tirk agirbestekê îlan bike. Lê piştî agirbestê serokfermandeyê Hêzên Bejayiya Tirk ê wê demê orgeneral Atilla Ateş çûye ser hidûdê Sûriyeyê daxwaz kiriye ku berpirsên Sûriyeyê Abdullah Öcalan ji welatê xwe derxin yan na eskerê tirk ê Suriyeyê îşgal bike.
Hetta serokkomarê wê demê Suleyman Demirel mesele fahmnekiribû û matmayî gotibû "piştî ku agirbest hatibû îlankirin gelo çima av tengijiyan hat peydakirin."
Li gor çavkaniya nivîskar Yildiray Ogur, sedemê vê tengijandina li gel Sûriyeyê ew bû ku di encama hevdîtinên esker û PKK-yiyan de, Abdullah Öcalan bi xwe daxwaz kiribû ku ew ji Sûriyeyê derkeve. Delîlên vê ji xwe wek belge di hevdîtinên telefonî ên awukat Selim Okçuoglu (navberîkirê navbera ordu û PKK-ê, birayê Ahmet Okçuoglu)û Abdullah Öcalan de hene.
Qeydên wan telefonan hatine girtin ew hem di arşîva dewletê de hem di ya PKK-ê de hene. Heta Öcalan gava hat girtin ev belge anî li prosesa doza li hemberî xwe, li Îmraliyê pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Öcalan îdî ji fişarên rejima Esad nîgeran bûbû. Dewletê jî dixwest wî ji gerrek û çirava Rojhilata Navîn derxe, û rê veke ku PKK li Ewropayê biguhere bibe rêxistineka siyasî. Heta hatibû lihevkirin ku gava Öcalan çû welatên Ewropayê, civînên çapemeniyê lidarxistin, ew alaya Tirkan û ya PKK-ê li pişt xwe hilde.
Lê li gor nivîskarê Tarafê Yildiray Ogur ji bo ku li herdu aliyan jî hêzên ku aştî nedixwest hebûn, ew biserketin û Öcalan jî gava ji Sûriyeyê diçû hê di teyarê de got "em ji bo dewletbûnê diçin Ewropayê" van hevpeyivînan encam nedan. Wek tê zanîn Öcalan li gelek welagtan geriya kesî penaberî nedayê, dawiya dawîn ew li Kenyayê hat girtin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin.
Li gor nivîskar gava Öcalan di dadgeha Îmraliyê de ev belge pêşkêşî heyetê kir, rojnameya Hurriyetê manşet avêt got ev kes kî ne di navbera dewlet û PKK-ê de bûne navberîkir. Her eynî roja ku manşet hat avêtin pişkinînekê destpêkir, hemû ew kesên ku li gel PKK denûstendin kiribûn hatin binçavkirin û bi rojan di hebsan de man.
ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)
- rizgar
- mizuri
- B. Rênas
- Ronî
- Mîrza Amedî
- mizuri
- Mîrza Amedî
- mizuri
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


