Nivîskarên kurd ‘Zanîngeha Kurdî’ daxwaz kirNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-18 08:13:40
Li Tirkiyeyê, ji hêla Zanîngeha Colemêrgê ve “Di Sedsala 21-ê de Rojên Ziman û Wêjeya Kurdî” hate lidarxistin.
Li Tirkiyeyê, ji hêla Zanîngeha Colemêrgê ve “Di Sedsala 21-ê de Rojên Ziman û Wêjeya Kurdî” hate lidarxistin û nivîskarên kurd ku di panela roman û çîroka kurdî de axivîn, daxwazkirin ku çalakiyên wiha ji zanîngeha kurdî re bibin wesîle.
Di Navenda Kulturê Atatürk de îro bi babeta “Romana Kurd û Çîroka Modern a Kurd” panel hate lidarxistin. Nivîskar Roşan Lezgin, Haşim Ahmet Zade, İbrahim Seydo Aydoğan û Roni War wek axiftvanan beşdar bûn.
Roşan Lezgin, bal kişand li ser girîngiya ji hêla zanîngehê ve lidarxistina vê çalakiyê û domand, “Îro di zanîgeha dewletê de em vê çalakiyê li dar dixin. Em li Wanê, li Diyarbekirê çalakiyên wiha dikin. Em hêvî dikin ku ev çalakiya ku zanîngeha dewletê pêşengî kiriye bibe wesîleya zanîngehên ku bi zimanê kurdî perwerde dikin.”
Lezgin derbarî roman û çîroka kurd de jî agahî da û got, roman û çîrokên ku bi zaravaya zazakî hatine nivîsandin hê sade û herîke ne. Lezgin got, wek gelê kurd çîroka wan jî hatiye parçekirin.
Nivîskar İbrahim Seydo Aydoğan jî derbarî dîroka romannivîsiya kurdî de agahî da û got, dema ku pevçûn nebûye hê zêdetir kultur-huner û wêjeya kurdî pêşketiye.
Roni War jî got, wek hemû deveran li di warê çîrokê de jî kurd rastî zextan tên û derbarî çîroka modern a kurd de agahî da û ji hin çîrokan nîmûne xwendin.
Roni War jî, çalakiya ku ji hêla zanîngeha dewletê ve hatiye organîzekirin girîng dît û daxwaz kir ku, bo kurdan bibe wesileya avabûna rewşa azad.
�
AKnews
ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)
- Ferhad
- mahmud
- dihoki
- Ferhad
- ali fikri ışık
- Ferhad
- serhad
- Ferhad
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


