Lêgerîna Kurdên Demokrat di referandûmê de dibêje ERÊNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-19 11:20:17
Lêgerîna Kurdên Demokrat bi îmzeya berdevkê xwe Sertac Bucak daxuyaniyek belav kir û bang li kurdan kir ku di refandûmê de bêjin; ERÊ.
Temamiya daxuyaniya LKD-ê weha ye;
Endamên
Hêja yên Çapemeniyê
Pakêta
pêşniyaza veguherandina Destûrê, li gora me, bersiva pêdivîyan
nade. Ya rast; divê destûreke sivîl- demokratîk ku demokrasîyê
û huqûqê bi Yekitiya Ewrupayê re misoger dike, bihête
amadekirin. Desthilatdariya Partiya Dad û Pêşketinê (AKP),
mixabin di vê mijarê de ew wêrekiya sivîl nîşan neda. Di
destpêkê de gav avêt, di pey re çiv da xwe. Di
gel hemî kêmaniyên pakêtê:
Ji
ber, di warê têkbirina Destûra desthilatdariya leşkerî ya 12
Îlonê de, pêngaveke gring e, Ji
ber, rejima dewletê ya wesayetkar, ya ku Destûra 12 Îlonê
piştgiriya wê dike, dê brîndar bibe, Ji
ber, hemî guherandinên demokratîkbûnê ji bo me grîng in û em
xwe piştgirê wan dibînin, Ji
ber, Miletê Kurd di rêza yekê de ziyandîtiyê polîtîkaya
dewletê ye ku 86 sal
in berdewam dike. Em
di destpêkê de bangî Gelê xwe û bangî herkesî dikin ku dengê
ERÊ
bidin
dengdana gel ya ji bo Pakêta
Pêşniyaza Veguherandina Destûrê
ku di 12 Îlona 2010an de, dê pêk were. Dadrêzî,
ji sê pêyên dûzana wesayetkar pêyek e. Destûra 82an, rêya
dadrêzî bibe çavkanîya wesayeta polîtîk, saz kir. Ji bo
têkbirina dûzana wesayetkar, veguherandina di dadrêzîyê de
pêwîst e. Ji ber vê yekê, di navênda Pakêta pêşniyaza
veguherandina Destûrê de, cîhgirtina şkenandina wesayetkariyê
rast e. Dadrêziya
Bilind li pêşberî bipêşketinên demokratîk de, bûye astengiyek
e gran. Ji bo demokratizebûnê, nebûna vê astengîyê pêwîst e.
Danberrûyên desthilatdariyê ya li hemberî bipêşketinan dê bi
rakirina vê astengîyê ji ortê rabe. Pertavên pêvajoya
endametiya YE jî dê geştir bibe.
Girtin
û binçavkirinên ne li rê, îşkence û azardana sîstematîk,
kujtinên kujdardîyar, berdarkirin, hovîtiya di girtixaneyên
Diyarbekirê de, di gundan de civandina xelkê ya bi darê zorê,
pîsî bixwarindan, cîhêlkirina bi zorçoyî, devjixwendinê
berdana xwendekaran, berhemên bi saya xala 15an ya destûra 82an e.
Bi rabûna vê xalê rêya darizandina berpirsiyarên 12 Îlona 1980
vedibe. Pakêta
pêşniyaza veguherandina Destûrê, di qada kar û xebatê de, di
gel kêmasîyên xwe, rêya hilbijartina sendîka ya bi dilê xwe, ji
xebatkar û karkiran re mafê peymanên bi tevayî, mafê mangirtin û
grewê, yê devjikarberdan û kar rawestandinê nas dike. Herweha
sîstema ombudsmaniyê, mafê serlêdana kesan ya dadgeha Destûrî û
ji jin û salbiçûkan re mafên erênî yên vavêr dihête
naskirin.
Serlêdana
dengdana gel grîng e. Bi vî awayî, encam çi dibe bila bibe, dîyar
dibe; ji bo Destûreke nû îradeya gel çarenivîssaz e. Ev yek di
12 Îlonê de cîbicîh dibe. Îradeya ku bikaribe hin guherandinan
bike, dikarê guherandinên bingehîn jî bike. Helwesta
Partiya Gel (CHP) û Partiya Bizava Millî (MHP) ku paraztina statuko
û wesayetê dikin, bi me ne xerîb in. Lê belê banga boykotkirina
birêvebiriya Partiya Aştî û demokrasiyê (BDP) ku mejî û
wîjdanê xwe daye aliyekî balkêş e. Di naveroka pakêtê de çi
he ye, çi tune ye de, hatiye kilîtkirin û guh nade dengê gel, ji
sîyasetê direve. Ger
em di encamê de gotinên xwe bidin serhev, Legêrîna Kurdên
Demokrat berjewendiyên gelê xwe di xebata li hemberî statukoparêz
û wesayetkaran de dibîne û bawer dike helwesta li hemberî
desthilatdariyên leşkerî kilîta xebatê ye. Yek jî regezên
xebata me; piştgiriya her berfirehbûnên demokratîk e. Di vî warî
de her pêngava bihête avêtin, rêya çareserkirina pirsa Kurd
vedike. Di
12. Îlonê 2010’da, em bangî Gelê Kurd dikin da ku dengê erê
bidin dengdana Pakêta pêşniyaza veguherandina Destûrê. (Diyarbakır,
19. 07. 2010) Sertaç
Bucak Berdevkê Lêgerîna
Kurdên Demokrat
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)