Qanûna derbarê zarokên keviravêj derketNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-22 21:26:52
Sererastkirina Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) a derbarê "zarokên keviravêj" de, duhî bi şev li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, li hemberî 26 dengê na, bi 238 dengan hate qebûlkirin.
Sererastkirina Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) a derbarê "zarokên keviravêj" de, duhî bi şev li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, li hemberî 26 dengê na, bi 238 dengan hate qebûlkirin.
Bi vê sererastkirina nû ku di Meclîs TV'ê de bi zindî hate weşandin û di Parlamentoyê de di encama 20 saetên mesaîyê de hate biencamanîn, zarokên ku li dijî polîsan li ber xwe didin, propagandaya rêxistinê dikin dê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" neyêne darizandin.
Bi vê qanûnê dê li dora 200 zarokên girtî bêne berdan, dê 3 hezar dozên ku têne dîtin jî bukevin. Di pêşnûmayê de ev sererastkirin hene:
* Kesên ku di xwepêşandan de ligel hişyarîkirin û destêwerdanê belav nebin, dê ji şeş mehan heta 3 salan cez aji wan re bête dayîn. Berê ev ceza 1,5-3 bû.
* Mezin jî li ber vê daxistina cezayî dikevin.
* Heke vî sûcî rêkxerên civîn û meşan pêk bînin, ceza nîvenîv tê zêdekirin.
* Zarokên ku di çalakiyan de di ber xwe didin û propagandayê dikin dê bi, "sûcê terorê" û "endamtiya rêxistinê" neyêne darizandin.
* Ji ber ku sînorê vî cezayî yê xwarê yê TCK'ê di bin 2 salan de ye, dozger û dadger dikarin vî cezayî bi paş bixin.
* Zarok dê nekevin girtîgehê.
* Kesên di bin 18 saliyê de sûcê çi be jî dê di dagehên cezayên gran de neyêne darizandin.
Bi vê qanûnê, di Qanûna Dadgeriya Infazê de guhartin hatin kirin. Li ser giliya cezayê dîsîplînê yê li Girtîgehan, dadgerên înfazê piştî ku parastina girtî û hukinxwarî girt dikare biryarê bide. Heke hewce bike dê dadger biçe îfadeyê li hundir bigire.�
Bi vî awayî dadger, dikarin parastina Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê sûcên dîsîplînê de li Îmraliyê wergirin.
Piştî qanûn kete meriyetê cezayên disiplînê yên berê heke serlêdan hebe dê di nava 6 mehan de bê rakirin.
Bi vê qanûnê, 567 dosyayên li DMME'yê li dijî Tirkiyeyê hatine vekirin jî dikevin. Ji bo yasa bikeve pratîkê divê ji aliyê Serokomar ve bête erêkirin û di Rojnameya Resmî de bête weşandin.
om AKnews
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)