Öcalan îşaret da, 'BOYKOT' dikare rabeNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-24 21:31:49
Ocalan, xwest ku bila gel bixwe guftûgo bike û biryarê bide û wiha axaft: "Gelê me, li her deverê, her herêmê û bajarî dê kom bibe, guftûgoyan bike û biryara xwe bide. Em îradeya tu kesî ji destê wan nagirin.
Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan roja çarşemê di hevdîtina bi parêzerên xwe re de îşareta wê yekê da ku biryara "BOYKOT"ê a di referandumê de dikare rabe û ji dêlva vê ve gel serbest bê berdan da biçe ser sindoqan, kî çi dixwaze wî dengî bide ERÊ yan NA.
Ev biryar dikare wek guhertinekê di siyaseta PKK-ê a referandumê de bê nirxandin. Li gelo ev ê ber bi bi ERê yan NA de bibe, ne diyar e. Hin derûdor îdîa dikin ku di encama hin mizakereyên navbera BDP-ê û AKP-ê de, nermbûnek peyda buyê. Ev nermbûn ber bi gavên zêdetir biçin dengên BDP-yiyan dikarin bibin ERÊ. Ev derûdor derketina qanûna ji bo zarokên keviravêj dikin nimûneyeka vê.
Hin jî îdîa dikin ku mewqifê hişk ê Abdullah Öcalan li serê ye, ew dixwaze BDP di cepheya CHPP û MHP-ê de cih bigire, ev meyla dawî îşareta wê ye ku eger prosesa referandumê bi awayekî giran ber bi ERê de biçe ew karibe BDP-yiyan bibe ser sindoqan û dengê NA bide dayin.
Li gor ajansa FNA-yê beşek ji notên hevdîtina Öcalan a bi awukatan re li xwarê ye:
Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya daxuyaniya hevpar ya 649 rêxistinên civaka sivîl. Ocalan daxuyanî wek destpêka nirxandineka nû bi nav kir û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe anîn ziman. Ocalan wekî gava destpêkê, ji Meclisa Tirkiyeyê xwest ku berpirsyarî bigire: "Li meclisê, ji bo çareseriya pirsgirêkê Komîsyona Destûra Bingehîn ya Demokratîk dikare bê avakirin. Ew bi awayekî karibe pêwîstiya wezîfeya Konvansiyona Destûra Bingehîn ya Dewletê bi cih bîne. Di heman demê de, wezîfeya meclisa avakar bicihbîne. Wekî Meclisa Avakar bixebite. Wekî din, li Meclisê, Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Edaletê bê avakirin. Ev komîsyon dozên Silîvrî, KCK, girtinan, rewşa Îmraliyê û deverên din, lêbikole."
GAVA DUYEMÎN A ÇARESERIYê PAŞDE VEGER E
Ocalan wekî gava duyemîn jî, vekirina pêşiya kesên li derveyî hiqûqê mane, anî ziman û wiha dewam kir: "Li Ewropayê, bi deh hezaran penaberên siyasî hene. Dikarin pêşiya vegera van vekin. Bila pêşiya vegera kesên ji welatîbûnê hatine avêtin, vekin. Bila pêşiya vegera penaberên Mexmûrê vekin. Bi kurtasî pêşiya vegera hemû kesên li derveyê hiqûqê mane, bê vekirin. Ez li vir gotineke din bi kar tînim. Em dikarin bêjin, 'Nexşeriya Projeya Destûra Bingehîn ya Demokratîk."
PÊWÎSTÎ BI ATMOSFEREKE BIBAWERÎ Û BÊPEVÇÛN HEYE
Ocalan ji bo veguherîna atmosferê ber bi aştiyê ve banga berpirsyariyê li hemû derdoran kir û wiha got: "Ez pêşniyarên rêxistinên civaka sivîl li ber çavan digirim û bi berpirsyarî tevdigerim. Divê her kes pêwîstiya berpirsyariya siyaseta demokratîk bi cih bîne. Divê qunciknûs jî, bi awayekî demokratîk û berpirsyar tevbigerin. Ez daxuyaniya rêxistinên saziyên sivîl û pêşniyarên wan girîng dibînim û bi berpirsyarî tevdigerim. Tabî beriya vê beranberî hev hewcedarî bi hawirdoreke bibawerî û bêpevçûn, bê avakirin heye. Divê riya vê yekê bê avakirin. Her kes berpirsyariya siyasî ya demokratîk ku dikeve ser milê wan pêk bîne.”
REFERANDÛMA DESTÛRA BINGEHÎN
Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, behsa referandûma 12’ê Îlonê jî kir. Ocalan, xwest ku bila gel bixwe guftûgo bike û biryarê bide û wiha axaft: "Gelê me, li her deverê, her herêmê û bajarî dê kom bibe, guftûgoyan bike û biryara xwe bide. Em îradeya tu kesî ji destê wan nagirin. Lê dema ku em dibêjin 'em azad dihêlin' bila şaş nayê fêmkirin. Dîsa dibe ku boykot be. Beriya referandûmê gelê me divê kom bibe û bi berfirehî guftûgoyan bike, li gorî pêvajoyê biryara xwe dê bixwe bide. Ez ne şaş bim, di referandûmê de, hema bêjin Na û Erê dê mîna hev bin. Rola BDP'ê di vir de gelek girîng e. Bandora helwesta wan, dê encam li referandûmê bike.
DIVÊ GELÊ ME GUH NEDE PêVAJOYA REFERANDÛMê
Ocalan, diyar kir ku pêvajoya referandûmê dikare veguhere pêvojoya Destûra Bingehîn a Demokratîk. Ocalan bang li BDP'ê kir û wiha got: "BDP, dikare vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya Destûra Bingehîn a nû. Divê bi ruhê seferberiyê heta hilbijartinan kar bikin. Dikarin gelê me ji bo daxwaza 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' amade bikin.
Ocalan, polîtîkayên referandûma AKP'ê jî bi van gotinan anî ziman. "Em polîtîkayên AKP'ê yên di wateya qezayeke rê de bişibînin gotina ' Dînekî kevir avêtiye birêke, 40 biaqilî nekariye ji bîrê derxe" Tam jî wisa ye. Divê ev yek li pêşiya gelê me nabe asteng û ji bo destûra bingehîn a demokratîk lezê bide xebatên xwe. BDP û rêxistinên civaka sivîl, dikare amadekariyên destûreke bingehîn bike û bi ronakbîr, nivîskar û rewşenbîran re par ve bike.”
PAKêTA REFERANDÛMA AKP’ê KOMPLOYA HERÎ MEZIN E
Ocalan, careke din dubare kir ku pakêta referandûma AKP'ê, li dijî kurdan komploya herî mezin e û pêşketinên piştî Destûra Bingehîn a 1921'an bi bîr xist û wiha got: “Di Destûra Bingehîn a 1921'an de hin xalên demokratîk hebûn. 10’ê adara 1922'yan bi civîneke veşarî li dijî kurdan komployek hate amadekirin. Di salên 1924-25 û 26'an de timî li dijî kurdan komplo afirandin, kurd li derveyî hiqûqê hate hiştin, bi hiqûqê hatin înkarkirin û hiqûq ji destê wan girtin. Ji sala 1922'yan vir ve tam 88 sal in kurd li derveyî hiqûqê hatine hiştin.
Suîqesta li hemberî Mustafa Kemal, serhildana Şex Seîd, serhildanên din û Dadgehên Îstîklalê ev hemû parçeyên komploya li dijî kurdan a bi zanebûn hatin pêşxistin in. Hinan serhildan provoke kir. Îsmet Înonu û Fevzî Çakmak ev komplo zêrandin û domandin.
Yên ku kurd derveyî hiqûqê hiştin, yên ku li dijî kurdan komplo pêk anîn piraniya wan jî ne tirk in, Li ser navê tirkbûnê vê dikin. Ev tirkên spî ne. Mîna gotina ‘çi bextewar im ku ez tirk im.’ Komkujiya li hemberî kurdan hatiye pratîzekirin ji bo faşîzma alman û Hîtlerê bûye çavkaniya feyzê.”
Ocalan, di van komployan de bal kişand ser rola CHP, DP, AP, Partiya Komunîst û partiyên siyasî yên din jî, û got, rola kê çiqas heye, kê ev gel ev qas li derveyî hiqûqê hişt, divê bê ronîkirin. Ocalan, ji bo vê jî girîngiya Akademiyên Siyasetê dest nîşan kir û got: “Ev tişt di akademiyên siyasetê de divê bi awayekî berfireh bêne nîqaşkirin”.
Ji bo zarokên kurd qanûna şantajê ya AKP’ê
Ocalan, bal kişand ser pêşnûmeya TMK’ê ya li Parlamena Tirkiyeyê hate qebûlkirin û wiha got: “Gelê me, bila bi polîtîkayên têkîldarî zarokên bûne mexdûrên qanûnên AKP’ê nexapin. Ya ku hikûmet ji bo zarokan dike dişibe pêkenoka Nasrettîn Xoce. Pêşî kerê Nasrettîn Xoce winda dikin, paşê jî kerê wî dibînin tînin, dibêjin ‘Xoce tu kêfxweş bûyî an na?’. Hikûmet jî, pêşî qanûnan derdixe, hemû zarokan dixe girtîgehê, paşê jî bi qanûnekê, qanûnê diguherîne û dibêje ‘we dît em demokrasiyê û qanûnên demokratîk li pêş dixin’ Ya ku hikûmet dike ev e."
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)