Talebanî Yaşar Kemal dawetî Hewlêrê kir
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-26 09:40:22


Ji ber nexweşiya Yaşar Kemal a di pişta wî de wextê serdanê nuha ne diyar e lê Yaşar Kemalî ragihandiye ku ewê bi xwe roja vê serdanê diyar bike.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Li gor ku rojnameya Tarafê dinivîse Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî nivîskarê navdar Yaşar Kemal dawetî Hewlerê kiriye. Dawetname bi rêya nûnerekî ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salih ve hatiye şandin.


Ji ber nexweşiya Yaşar Kemal a di pişta wî de wextê serdanê nuha ne diyar e lê Yaşar Kemalî ragihandiye ku ewê bi xwe roja vê serdanê diyar bike.


Yaşar Kemal ê di rojên serdana xwe de li Hewlerê û Silêmaniyê beşdarî civîn û kampanyayên îmzeyên ji bo pirtûkên xwe jî bibe.


Ji aliyê din ve hukumeta Kurdistanê jî dixwaze peykerê Yaşar Kemalî li Hewlerê biçikîne lê Yaşar Kemal li dijî vê derketiye.


Yaşar Kemal di vê serdana xwe de ê bi serokkomar Talebanî û serok û rayadarên Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. amed
    Kurden basur hun ci dikin? Yasar Kemal yek ji wan kesen ku yekem kes bu ku pisti darbeya eskeri 12/9/1980 cu tirkiye u pirtukan nivisand. Di eyni deme de bi sedhezaran kurd reviyan, hatin kustin u ketin zindanan. dibe ku yasar kemalji di nav ergenekone de be?
  2. Hiwa
    Kak Ferhad, Nelson Mandela paykari la zorbay welatan haya xosht azani aw estash la jiyanda mawa. Drustkrdini paykar kati bo niya.
  3. B.Alan
    Li hemu cíhané,u di civakén pé$keftí de,ev camérén weku beréz Ya$ar Kemal,u rézdar Dr.Be$k&i beríya herti$ti u di jíyané de divíyabu li ser navé netewa Kurd u bi amadebúna rayadarén herí bilind yén Kurdan bihatana rézgirtin,u xelatkirin,u bé guman pi$tí jíyané jí peyker téne drústkirin.Nimúne"xanim.Miteran"li Hewlér.
  4. Ferhad
    Gelek başe, kû rêzdar Yaşar Kemal biçe Kurdistana azad, lê min fam nekir, çima Em Peykeran çêdikin, bê ku camêrek Jiyana Xwe ji dest dabe?! Berî çend Mehan, li Bakurê Kurdistanê jî, Peykerê Şivan Perwer hatibû teraşkirin. Ma ne weye, ku Peyker piştî mirinê tê çêkirin, yan jî Ez xeletim???!!
  5. kurdoglu
    peykerê ismail beşikçi biçikînin..wesiyeta apê musa ye.. ne li başur ne li bakur tu hewldan tune.. heyf e.. ew rumeta me ye.. ev çi heyraniya tirkmanca ye..
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. NAFI CILGIN
  2. Yûra Nebîev
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. ABIT DUNDAR
  5. Mûrad Ciwan
  6. Hoşeng Broka
  7. M. Şefîq Oncu
  8. AZIZ ALIŞ
  9. Hamid Omerî
  10. Abdullah Deveci
  11. BAWER KEVIR
  12. M.Şefiq Oncu
  13. Gernas Amedî
  14. Alî Fîkrî Işik
  15. Konê Reş
  16. Şakir Epözdemir
  17. Firat Cewerî
  18. Hasan Kaya
  19. Keya Îzol
  20. Mûrad A. Ciwan
  21. Raif Yaman
  22. Mazhar Duderî
  23. Tosinê Reşîd
  24. Salihê Kevirbirî
  25. Hesenê Dewrêş
  26. Aylin Unek
NAFI CILGIN

Dengdan mafekî pîroz e, bikar bîne
Gelo min cima li welat siyasetê kir. Diyar e ez ne kurdbûma ji minê dîsa li Swêdê siyasetê bikira.Bi ya min meriv li ku dijî bila bijî divê meriv li hamberî tiştên di civatê de dibin bêdeng nemîne. Ev li gorî min tiştekî ehlaqî û ûjdanî ye