Kurdistan ê saziyên petrol û gazê biparêzeNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-26 10:29:00
Duhî civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Berhem Salih serokwezîrê Kurdistanê civiya.
Civata wezîran careke din tekîd li ser helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê yê di warê hinartina patrolê de kir û di civînê de, ji bo nehêlana bazirganiya neqanûnî ya berhemên petrolê sê biryarên girîng dan.
Li gor biryarên civata wezîran, hinartina petrola xav ya bîrên herêma Kurdistanê bo derve dê tenê bi rêya boriyên Kerkûk-Ceyhanê be.
�
Dema ku wezareta darayî ya Iraqê mesrefa projeyan bigire ser xwe, divê berhemên rafîneriyên herêma Kurdistanê yên petrola xav bi rezamendiya wezareta samanên xwezayî û berçavgirtina qanûnan bişînin derve.
�
Herwesa biryarên civata wezîran tekîdê li ser wê yekê dikin ku her du wezaretên derametên xwezayî û darayî yên herêma Kurdistanê dê ji bo rêgirtin li pêşiya bazirganiya neqanûnî ya petrola xav, komîteyekê bo çavdêriyê ya berdewam pêk bînin û divê tedbîr pêwîst ne tenê li herêma Kurdistanê li hemû sînorên Iraqê bên girtin.
�
Li dor rafîneriyên biçûk jî, civata wezîran biryar de ku piştî destpêkirina hinartina patrola herêma Kurdistanê bo derve êdî nefta xaz ji wan rafîneriyan neyê dabîn kirin û xwediyên wan digel wezaretên peywendîdar dikarin rafîneriyên xwe di warekê din de bikar bînin.
Civata wezîran biryar de ku wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê ji bo parastina saziyên patrol, gaz û çalakiyên di vê çarveyê de hêzeke taybet amade bike.
Li dor cîbicîkirina biryarên civîna wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, serokê hikûmetê got: Di civîna civata wezîran ya digel serokê herêma Kurdistanê de, careke din tekîd li ser sîyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê peyrewkirina rêyên usulî û qanûnî de hat kirin.
Serokê hikûmetê got: Cîbicîkirina van biryaran erkê hikûmetê ye û karekî ne hêsan e, lê bi piştevaniya serokê herêma Kurdistanê dê li ser başitrikirina sektora patrolê û rêgirtin li pêşiya bi qaçax hinartina neftê bo derve bi awayekî ku di berjewendiya hevwelatiyên îraqî de berdewam be.
�
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)