Danezana encamê ya Forûma Pirsa Kurd
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-27 00:22:36


Danezana encamê ya "Foruma Pirsgirêka Kurd" ku li Diyarbekirê hate lidarxistin û du rojan dewam kir, bi dawî bû.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Di danezanê de bang li Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hate kirin ku operasyonan rawestîne û bang li PKK'ê hate kirin ku çalakiyan rawestîne. Her wiha hate xwestin ku dewlet ji ber neheqiyên li gelê kurd kiriye, ji kurdan lêborînê bixwaze.

Danezana Encamê ya "Foruma Pirsgirêka Kurd" ku ji hêla Saziya Ramana Azad û Mafên Perwerdehiyê ve di 24-25'ê tîrmehê de li Diyarbekirê, li Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di encamnameya foruma ku ji erdnîgariya kurdan û ji Herêma Fedeel a Kurdistanê bi dehan ramyarên olî beşdar bûn de, tespît hate kirin ku di serî de di valakirina gundan, koçkirina bi darê zorê û kuştinên kiryarnediyar de, di hemû nayêniyên pêkhatî de dewlet berpirsiyar e.


Di Encamnameya Foruma Pirsgirêka Kurd de wiha hate nivîsîn:


"Ligel ku PKK parçeyeke pirsgriêka kurd e, di rastiyê de encamek e ku ji ber prisgirêka kurd derketiye. PKK di çareserkirina tundiyê de muxatab e. Di çareserkirina pirsgriêka kurd de jî gelê kurd bi hemû beşên xwe muxatab e."

Pêşniyarên encamnameyê wiha ne:


* Divê TSK operasyona rawestîne. Divê PKK biryara bêçalaktiyê bistîne. Bi vê re jî, divê mercên ji bo ku PKK çekan berde bên afirandin, bêyî ku cudahî bikeve navberê, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.


* Divê ji ber zilm û neheqiyên ji avabûna Komarê ve li kurdan hatine kirin, di asta fermî de lêborîn bê xwestin.


* Bêguman hemû ziman, ji ayetên Xwedê ne. Lewre divê hemû qedexe û sînorkirinên fermî, nefermî yên li ser kurdî bên rakirin. Di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî, divê li hemû qadan kurdî serbest bê berdan.


* Divê "andimiz"a (sonda me) ku bi xwendekarên dibistana sereteyî tê xwendin bê rakirin. Divê nivîsên "Ne Mutlu Turkum Diyene" ku li deran hatine nivîsandin, bên rakirin. Divê têgeha li ser bingeha "tirkîtiyê" ya vederker di serî de ji têgeha welatîbûnê û ji hemû lîteratura destûrî û qanûnî ya pergalê bê derxistin û terikandin.


* Divê hemû navên cî û warên ku navên wan hatine guehrtin, li wan bên vegerandin.


* Divê pergala cerdevaniyê ku li herêmê dibe sedema gelek pirsgirêkên cur bi cur bê xirakirin.


* Divê aqûbeta bi hezaran winda û kuştinên kiryarnediyar bê diyarkirin, lêpirsîn bi cidiyet bên meşandin û berpirs bên dîtin û cezakirin. Divê hesabê şewitandina gundan û kiriyarên bi vî rengî bê pirsîn. Divê nelirêtiyên ku avabûba Ergenekonê li herêmê kirine bi kûrahî bên lêpirsînkirin.


* Operasyonên tên kirin, tên wateya girtina bi sûcdarkirinên razber û îpoteka li ser hilbijartina gel. Divê dawî li vê nehiqûqiya ku siyasetmedarên kurd pê re rû bi rû ne ji holê bê rakirin û yên girtî demildest serbest bên berdan.


* Divê mercên girtîgehê yên Abdullah Öcalan bên rastkirin û neqla wî ya li girtîgeheke normal bê pêkanîn. Divê hinceta PKK'ê ya di tundiyê de ya ji ber mercên jiyanê yên Ocalan, ji holê bê rakirin.


* Divê hikûmeta AK Partiyê dev ji helwesta xwe ya ku BDP'ê ji nedîtî ve tê berde, divê BDP jî gavên ku destê siyaseta sivîl a dixwaze ji bo çareseriyê gavan bavêje xurt bike.


* Ji ber tevahiyek heye, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hewl bê dayîn.


* Divê ciyê gorên hemû kurdên ku di qiyama kurdan de hatine daliqandin bên nîşandan û girtenameyên dadgehan û belgeyan re bên daxuyandin.


* Divê dev ji fikra artêşa taybet ku JÎTEM'ê tîne bîrê berdin.

AKNEWS

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. B.Alan
    Béguman ev xalén danezana encamé ya foruma pirsgiréka Kurd,di cih de ye,u geleki aktuel u zíreke,nemaze ku ji alíyekive civaka Kurd civakek ,ku zorbey xelké me oldaré íslamé ne,u ji alíyeki dítir jí li rojhilata navin íslam hikimdare,lé belé li vir pirsgirékek geleki nexwe$ heye,ew jí eve:di sedsala bistuyekan de,ku demokrasí,parlemntarí,pir partítí,réxistinén neteweyí,civakén $aristaní desthiladarin,u rébertíya gelan dikin,véca ji ber hindé,li Kurdistané ne múmkine u ti$teki ne aqilan ye,ku &areseríyek bi desté réxistinén íslama síyasí ,yan ji partiyén xwedí ídelojía stalin-kemalist drust bibe,yan ji di rojeki ji rojan ev réxistinén tarí li Kurdistané desthiladarbin.
  2. Ferhad
    Bira ev hemû divê, divê, divê gelek başin, lê kî Goh dide van divêyan?! Dewleta tirkan Dîwarekê bê Gohe! Tu her çi biaxivî û Rexneyan lê bikî, naçe Serê wî! pêwsite em Rêyek din ji Problêman xwe re vebînin, pêwîste em Polîtîka Xwe biguherin. Divê yêkemcar em "Kurdên Bakur" di nav xwe de pêk bêyn û Pilanekê ji bo yêkdengî û yêkrîzîya xwe berhev bikin! Divê Gelê Kurd bihê şîyarkirin! Divê hemû Hêza Kurdan li Bakûr bibe yêkdeng û yêkreng! Eger me ev Kare kir û em di nav xwe de amade bûyn, îca dikarin, gelek Tiştan biguherin! Ya din jî, min nezanî Wateya "çaresrîya Îslamî bo Pirsa Kurd" çî ye?! Ki van Gotinan derdêxe?! Ma elaqeya azadbûn û serxwebuna Kurdan bi Îslamê re çi ye?! Çima em wek "Kurd" Mafê xwe naxazin! Eger Problêma me bi Destê Îslamê ve hatiba çareserkirin, divîya 100-Sal pêş me Mafê xwe bi Dest xistiba! Lê Problêma me ewe ku, Dewletên îslamî bi xwe Zilm û Zorê li Te dikin, wêca em çewa bi Îslamê bigehîn Mafên Xwe?! Ax, Birano neha Demjimêr 01:10 Nîva Şevê ye, ez diçim binvim û Serê xwe bi van Dewletên dagîrkerên misilman naêşînim. Şev baş!
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.