Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 16:09:34


Civîna nasandina 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji hêla Şaredariya Batmanê ve têlidarxistin, îro hate lidarxistin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    





Li Tirkiyeyê 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney tê lidarxistin.


Civîna nasandina 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji hêla Şaredariya Batmanê ve têlidarxistin, îro hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel ku di civîna nasandinê de axivî, derbarê pêşbbaziyê de agahî dan. Hate diyarkirin ku bi vê pêşbaziyê armanc ew eku ji pirsa "Gelo sînemaya kurd heye an tune ye" ku di demên dawî de li hin derdoran tê nîqaşkirin re bersivekê diyar bikin.


Temel diyar kir ku armanceke wan a din ew e ku bîranîna Yilmaz Guneyê ku tu caran fîlmên kurdî çênekiriye lê trajediya kurdan kiriye mijara fîlman û ked û bedelên mezin daye, bidin jiyandin.


Piştî axaftinan, fragmana 1'emîn Pêşbaziya Fîlmên Yilmaz Guney hate nîşandan.


Yilmaz Guneyê ku navê wî yê rastîn "Yilmaz Pütün" e, di sala 1937'an de di malbateke bêax de hate cîhanê. Bavê wî ji navçeya Sêwreg a Rihayê û dayika wî ji navçeya Gimgim a Mûşê ye. Guneyê ku bi navê "Çirkin Kral" (Qralê Lihevnehatî) jî tê naskirin, di sala 1972'yan de bi hinceta "alîkarî daye şoreşgeran" 2 salan cezayê girtîgehê û sirgûnê stand.


Derhêner û lîstikvan Guney ji ber ku li gazînoyeke navçeya Yumurtalik a Edeneyê bi hinceta çêr kirine bi demançeyê gule berda çavê hakim Sefa Mutlu û ew kuşt. Yilmaz Guneyê ku ji ber vê hate girtin, di 13'ê tîrmeha 1976'an de rastî cezayê girtîgehê yê 19 salan hat. Piştî ku di sala cotmeha 1981'ê de ji Girtîgeha Ispartayê ji bo demekê bi destûr derket, careke din venegeriya û jiyana xwe li derveyî Tirkiyeyê dewam kir.


Guneyê ku di gelek fîlman de lîstikvanî û derhênerî kiriye, bi flmê "Yol"ê (Rê) di sala 1982'yan de di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata "Palmiyeya Zêrîn" wergirt.


Yilmaz Guney di sala 1984'an de li paytexta Fransa Parîsê ji ber pençeşêra madê jiyana xwe ji dest da.


Gorra Yilmaz Guney hê jî li Goristana Per la Chez a Parîsê ye.

AKnews

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.