Dersim: Peykerê Seyid Riza hat çikandin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 19:34:42


Di çarçeveya Festîvala Munzurê ya Kultur û Suruştê ku îsal a 10-ê tê sazkirin, Belediyeya Dersimê peykerê serokê serîhildana Dersimê Seyid Riza li navenda bajêr daçikand.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Di çarçeveya Festîvala Munzurê ya Kultur û Suruştê ku îsal a 10-ê tê sazkirin, Belediyeya Dersimê peykerê serokê serîhildana Dersimê Seyid Riza li navenda bajêr daçikand.


Festîvala Munzurê a Kultur û Suruştê a 10-ê jÎ vebû. Bi minasebeta vebûna festîvalê qelebalixa dersimiyan li derveyê bajêr pêşwazîli çiyahilkêş û sportîstên suruştê kir ku bi pisiklêtan ji bajarên cuda hatin. Grûbek pisiklêtajo yên protestokirên avakirina bendavan di 6 rojan de ji Anqerê gihaştin Desimê. Pişt re qelebalixê bi hev re xwepêşandanek heta navenda bajêr kir ku, parlamenterên BDP-ê; ê Dersimê şerafettin Xalis, ya Îstanbulê Sebahet Tuncel, seroka şarederiya Dersimê Edîbe şahîn û neviyên Seyid Riza jî di nav wan de bû.


Li meydanê meşale hatin pêxistin, rêz li şîdên Kurdistanê hat girtin. Pişt re jî çarşeva li ser peykerê Seyid Riza vegirtî hat daxistin. Neviyên Seyid Rizayî Zelixa Polat û Rustem Polat jî di merasimê de amade bûn. Di dema vekirina çarşevê de bi deqîqeyan tilîlî hat kêşan ûgelek kesên salmezin hêsir barand û xwe di ber hev rakrin, çûn peyker ramûsan.


Axêveran li ser rola Seyid Riza û hezkmirina wî ya ji bal gel axaftin kir, pişt re grûba folklorê ya Varvarayê govend gêrra û Kortoya Zarokan a GKM-ê stiran pêşkêş kirin.


ANF

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. peykerên hemî serokan
    Lazim e ku peykerên hemî serokên serhildanên kurdan li cihê serhildana wan bên çêkirin: şêx Seîd li Amedê, Ubeydullahê Nehrî li Hekarî, Bedirxanî li Cizîrê, Ihsan Nûrî Paşa li Agirî û hwd.
  2. NURİ BOTAN
    jı xeberdanê dawîye li ber sêdarê seyit rızo yek jê evbu ku gotıbu! bera kesık bawerîya xwe bi eskerê (leşkerê)tırk neyne. hewceye her kurd vêne bırame (bı fıkıre)
  3. Muzaffer Saglam
    Ez ji serida ji bo sehîden serheldana Dersim'e nemireran seriye xwe ditevînim û ji bo ve xebate jî gelemeye li ve hereme bakûre Kurdistan'e jî pîroz dikim. Ew sehîden Kurdistan'e tû caran nayen bîra kirin û evana li her deme jî di dile gele xwedane.
  4. rojnemevanen nujen
    dema merov nivisek li ser sexseki ku miribe binivsine merov gelek herci be binivsine di kijan sal ew kes hatiye cihane u kijan sal cuye dilovaniya xwe. pistre giringe merov binivsine ew sexs cikiriye u dibe ku nivisek kin be li ser jiyana wi sexse. di van demen dawi de rojmevaniya netkurd qalita xwe hinda dike. ez rica dikim ku hun beri ku nuceyen xwe capbikin van nuceyan bas bidin ber cavan. serkeftin u pirozbahi bo netkurd. silaven heja u rumet
  5. emir
    her biji.
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. NAFI CILGIN
  2. Yûra Nebîev
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. ABIT DUNDAR
  5. Mûrad Ciwan
  6. Hoşeng Broka
  7. M. Şefîq Oncu
  8. AZIZ ALIŞ
  9. Hamid Omerî
  10. Abdullah Deveci
  11. BAWER KEVIR
  12. M.Şefiq Oncu
  13. Gernas Amedî
  14. Alî Fîkrî Işik
  15. Konê Reş
  16. Şakir Epözdemir
  17. Firat Cewerî
  18. Hasan Kaya
  19. Keya Îzol
  20. Mûrad A. Ciwan
  21. Raif Yaman
  22. Mazhar Duderî
  23. Tosinê Reşîd
  24. Salihê Kevirbirî
  25. Hesenê Dewrêş
  26. Aylin Unek
NAFI CILGIN

Dengdan mafekî pîroz e, bikar bîne
Gelo min cima li welat siyasetê kir. Diyar e ez ne kurdbûma ji minê dîsa li Swêdê siyasetê bikira.Bi ya min meriv li ku dijî bila bijî divê meriv li hamberî tiştên di civatê de dibin bêdeng nemîne. Ev li gorî min tiştekî ehlaqî û ûjdanî ye