Heyeta BDP’ê diçe Hewlêrê
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-24 12:47:27


--


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Wê heyeta BDP’ê 28’ê Tîrmehê, jibo planên konferansa netewî ku demek dirêje tê behskirin û jibo vekirina nûnertiya BDP’ê ya li Hewlêr, biçe Herêma Kurdistana Federal.

Tê hevîkirin ku wê heyeta BDP’ê di bin serokatiya Hevserokê berê yê DTP’ê Ehmed Turk û parlementera qedexeya siyasî li ser Aysel Tugluk de, biçe Hewlêrê. Wê heyet 28’ê Tîrmehê bi Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî re bicive û 31’ê Tîrmehê vegere. Wê heyet bi Serokê Herêmê Barzanî, nûnerên hemû partiyên siyasî û rêxistinan re hevdîtin pêk bîne.

KONFERANSA KURD

Mijara bingehîn ya hevdîtinê Konferansa Kurdan e. Ev mijar sala 2009’ê hatibû rojevê, tê hêvîkirin ku partî û rêxistinê Kurd yên li her çar parçeyan li hev bicivin, her wiha ev mijar rê li ber “pêşketinên pirsa Kurd” jî vekir.Tirkiyeyê jî gotibû ger zext li PKK’ê were kirin ew ê piştgiriyê bide konferansê. Dû sal ser re derbas bû, lê hîn tu pêngav nehatine avêtin. Herî dawiyê dema Barzanî hatibû Tirkiyeyê, bi BDP’ê re hevdîtin pêk anîbû, ev mijar dîsa ket rojevê. Jibo gavên berbiçav werin avêtin, wê bi hemû partiyên Kurd re hevdîtin pêk bînin, her wiha wê di hevdîtina de komisyonên bingehîn û karên teknîkî yên li darxistina konferansê were nirxandin. Li gorî agahiyên BDP’ê dayî, jibo zêde wext bi ser mijarê re derbas nebe, aliyê BDP’ê wê ji her kesê daxwaza “An em vê konferansê li darbixin, an jî em ji rojevê biavêjin” bixwaze.

NUNERTIYA BDP’Ê

Mijara din ya serdana BDP, vekirina nûnertiya BDP’ê ya li Herêma Kurdistanê ye. Wê BDP jibo vê yekê bi fermî ser lêdan bike. BDP’ê ji niha ve nunertiya xwe ya li Hewlêrê amade kiriye. Wê endama BDP’ê Parêzer Rûşen Çakiroglu jibo nuneriyê bişînin Hewlêrê


ANF

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. Ferhad
    Sipas ji We! Şokra Xwedê, Hûn hinek têgehiştin, ku çareserî û Derman li ku ye! Çareserî bes Kurd bi xwe ye! Eger em yêk bîn, nek tirk, Bavê tirk jî nikare çi bike! Eger Em yêk bin, wê zû bigehin armancên Xwe! Divê ev Seredane li mêje hatiban berpêkirin, lê xem nake, direng bûn, ji nebûnê bêhtire! Here "Ehmed Kurd" here! Barzanî, wê bo Te Tirşik û Îpiraxan çêbike! Haha Şivên kurdewarî, li benda Te ne!
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.