Li Înegolê hewildana lînçkirina Kurdan
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-26 10:04:55


Serokên AKP`ê û MHP`ê li qadan Kurdan dikin hedef, bivêre jî hewildanên linçkirina Kurdan zêde dibin


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

. Minaka herî dawî ya hewildanên lînçê, li navçeya Înegol yaku serokê MHP`ê Devlet Bahçelî axaftina referandumên lê kirî hat jiyankirin. Mal û cihênkar yên Kurdan dan ber agir, wesayît şewitandin û çek hatin bikaranîn.


Li Înegolê bûyer wiha rûda: Şeva din di demjimêr 21:30`an de nijatperestên taxa Orhaniyê pêşiya mînîbûsa ajotvanê Kurd girtin û jêre gotin `Tu carekdin divir re derbaznebî`. Piştî nîqaşek biçûk bo mirinê li ajotvanê mînîbûsê xistin. Piştî wê ciwanê Kurd jiwir veqetiya û bi 3 hevalên xwere çûn taxê. Li vêderê dinavbera Kurdan û faşîstên di qehwexaneyê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 5 kes birîndar bûn.

ÎDIAYA KURDAN 5 KES DAN BER KÊRAN

Polîsên hatîn cihê pevçûnê hersê Kurd girtin binçavan. Gotina Kurdan 5 kes dan ber kêran di demek kurt de belav bû û piştî bîstekê 3 hezar kes liber navenda polîsan yaku hersê Kurd têde dibinçavan debûn kombûn. Girseya qerebalix bi diruşmên `Şehît namirin, welat nayê parçekirin`, `Evder Înegole jivir xilasbûn nîne` û `Bimre PKK` avêtin û xwestin ku hersê Kurdên hatîn binçavkirin radestî wan bikin.


JI BURSAYÊ PANZER SEWQ KIRIN


Guruba bi guleberdana polîsan ya hewayê jî belavnebûyî, ziyan gihandin 8 wesayîtên polîsan û avahiya qereqolê dan ber keviran. DiHeta bûyerê ketî bin kontrola polîsan de, 10 polîs birîndar bûn. Piştre ji Bursayê jibo teqwiyeyê panzer sewqî Înegolê kirin. Polîsan bi guleberdana hewa û bikaranîna ava îsotê hewilda girseyê belav bike.


LI TAXAN NÊÇÎRA KURDAN

Waliyê Bursayê Sabahattîn Harputlu jî hat cihê bûyerê. Lê girse belavnebû û piştre berbu Taxa Huzurê ve meşiyan. Li vê taxêjî malên Kurdan dan ber keviran û cihên kar hatin şewitandin.


Guruba 250 kesî li pêşiya Mizgefta Îshakpaşa ya liser cadeya Nûrîi Dogrûl kombûn û Marketa Şaypa ya Kurdan û wesayîtek ya Kurdan şewitandin. Li derdora Mizgefta Altunbaşê jî dikanek ya firotina telefonan rastî êrîşê hat.


Bi telefonê em gihan nişteciha Taxa Huzurê Zeynep A. Zeyep A. da diyarkirin ku, navçe vegeriyaye cihê şer û got, `Çi tiştê Kurdan heye tê xirapkirin û şewitandin. Keviran di avêjin malên me. Zarok dinava tirsek mezin dene. Gurubên di deste wande kevir û dar derketine nêçîra Kurdan. Ewlekariya jiyana me tuneye.`


KURDAN RÊ JI HATINÛÇÛNÊ RE GIRTIN


Divê navberê de Kurdên ku li navçeyê jiyandikin jî, rêya Bursa û Eskîşehîrê ji hatinûçûnêre girtin. Kurdan dan diyarkirin ku, armanca me ewe ku em nehêlin gurubên faşîst yên ji cihên cuda bên û şer gurbikin bikevin navçeyê.


Ber bi siharê ve Walî Harputlu, parlementere AKP`ê yê Bursayê Sedat Kizilcikli, Serokê Şaredariya Înegolê Alînûr Aktaş, wekîlê Rêveberê Emniyeta Bajar Arif Okçu û Fermandarê Alaya Cendermeyan ya Bajarê Bursayê Albay Fahri Cîcî li cihê bûyerê lêkolîn kirin.


WALIYÊ BURSAYÊ: YÊN JI WELATÊ XWE HEZDIKIN BÛYER DERXITINE


Di daxuyaniya ku walî Harputlu ji rojnamevanan re kiri de, da diyarkirin ku, 7 kesên ku bûyer derxistîin hatine binçavkirin û wiha berdewam kir,`Rastiya buyerê, dayîn û sitandine. Bûyereke jirêzê û kirête, dema jiderveyê aqil û mantiq pêşdikeve hatiye vê xalê. Aliyê balkêş yê vê eweku, kesên ku bûyer derxistîn yên ji welatê xwe hezdikinin`.


DI HATINÛÇÛNA NAVÇEYÊ DE EWLEKARÎ HATIN GIRTIN

Li navçeya ku alozî lê hakim, cendermeyan di hatinûçûna navçeyê de ewlekarî girtin. Di wesayîtan de lêgerînê dikin, nasnameya kesan kontrol dikin û di yek xetê de destûrê didin derbazbûna wesayîtan

ANF

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. NAFI CILGIN
  2. Yûra Nebîev
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. ABIT DUNDAR
  5. Mûrad Ciwan
  6. Hoşeng Broka
  7. M. Şefîq Oncu
  8. AZIZ ALIŞ
  9. Hamid Omerî
  10. Abdullah Deveci
  11. BAWER KEVIR
  12. M.Şefiq Oncu
  13. Gernas Amedî
  14. Alî Fîkrî Işik
  15. Konê Reş
  16. Şakir Epözdemir
  17. Firat Cewerî
  18. Hasan Kaya
  19. Keya Îzol
  20. Mûrad A. Ciwan
  21. Raif Yaman
  22. Mazhar Duderî
  23. Tosinê Reşîd
  24. Salihê Kevirbirî
  25. Hesenê Dewrêş
  26. Aylin Unek
NAFI CILGIN

Dengdan mafekî pîroz e, bikar bîne
Gelo min cima li welat siyasetê kir. Diyar e ez ne kurdbûma ji minê dîsa li Swêdê siyasetê bikira.Bi ya min meriv li ku dijî bila bijî divê meriv li hamberî tiştên di civatê de dibin bêdeng nemîne. Ev li gorî min tiştekî ehlaqî û ûjdanî ye