Îsmaîl Beşîkçî ne bi tenê bû
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 13:18:57



   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Sosyolog,lêkolîner û rewşenbirê giranbiha Îsmaîl Beşîkçî do li Stembolê li ber mahkemê bû. Nêzî 200 rewşenbir,hunermend û rewşenbirên kurd û tirk jî li mahkemê bûn û piştgiriya xwe bi Beşîkçî re diyar kir.


Beriya makheme dest pê bike Beşîkçî tevî parêzerên xwe li ber deriyê mahkemê daxuyaniyek da . Herweha beşîkçî parêznameya xwe jî nivîskî pêşkêşî mahkemê kir.


Beşîkçî di parêznameya xwe de destnîşan dike ku pirsa kurd pirsa herî girîng ya civakî, sosyal, aborî ye û pirsek heyatî ye.Beşîkçî di dumahîka parêznameya xwe de helwesta hukumetên tirk ya derbarê pirsa kurd de, berbiçav dike û dibêje;parçebûna kurd û Kurdistanê rastî û rûdanek herî girîng ya dîroka Rojhelata Navîn e..Yên pêwist e di vê derbarê de bipeyivin, zanîngeh, niviskar û medya, bi kurtayî cîhana rewşenbirî û zanistî ya tirk e. Dozger bi vê dozê pêşî li vê yekê digre jiyana zanistî ya tirk ziwa û bêtehm dike.Ramana azad û rexneya azad him bo zanistî û him jî bo demokrasiyê pêwist in.


Weka tê zanîn Beşîkçî ji sedemê nivisek xwe ya li ser rewşa kurd û Kurdistanê, tê mahkemekirin û bo wî 8,5 sal cezayê hebsê tê xwestin.


Di vê navê de roja mahkemeya Beşîkçî birayê wî Muhittin(81) li Çorumê wefat kir û li navçeya Iskilipê hat veşartin.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. rizgar
    selaw beriz.MUZAFFER. SAGLAM. Beriz BESIKCI vek mamvestay zaningehe,u vek lekulenerek sebaret be kurd u kurdstan nerine xu denite zman. Berez ocalan u PKK, vek davakari hugug syasi jevaki u kulturi aburi dervanete meseli kurd kurdestan. Briz ocalan v pkk terefi davakari ev hugugen.Beriz Besikci delit ev huguge raste ,rasyeki mijuji ke le kurd dzrave. zur spas kurdiki rojhelat.
  2. Dilawerê Zengî
    Behîname Di serî de em sersaxiya mamoste lehengê bêhempa Prof. Ismaîl Beşikçî dikin. Bi dilekî xemgîn me nûçeya mirina birayê wî bihîst. Ev nûçe birîneke kûr di dilê me de çêkir û em pir dilxemgîn kirin. Dîsa sersaxiya wî û malbata wî dikin. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şake û cihê wî buhişt be. Birayê te Dilawerê Zengî Sûriye/Şam 30/7/2010
  3. Muzaffer Saglam
    Ji serida slav û rezen xwe ji mamosteye gelemeye Kurd brez Dr. Ismail Besikci ra disînim. Ji bo braye vî cûye ser dilovaneye we jî ser saxîye dixwazim. Mamostaye Kurdî heja brez Dr. Ismail Besikci wextek ji aliye xwandina xweda dest bi xebate kirî bû, ji ew salan virda li her deme careserîtye gele meye Kurd û welate me Kurdistanera xebata lekolînvaniye, siyasetvane û revsenbîriye mesandiye, ji bo ew xebata xwe jî bi salana di zîndanen Turkiye da jiyana xwe derbas kiriye, le mixabin wî mamosteye heja tû caran ji bo xebata xeda pasta venegeriye. Mamosteye heja li her deme jî di dadgehen Tirkan dan jî bo difaha xwe ran jî difaha siyasî kiriye û careseriye gele Kurd û welate Kurdistane jî parastiye. Di ew dadgeha Tirkiye dan jî difaha xwe siyasî kir û ji bo ve jî di dûnyadan jî gelek mîsalen pesvaziye ji bo ve careseriye Kurdistane ran jî pesvazî dadgehe kiriye. Le min bibaxsînin eger em bicke pasta vegerinî û pirsiyareke bikinî; cima seroke PKK Ocalan di dadgeha Imrali da ji bo gele xwe û welate xwe Kurdistane ra difaha siyasî nekiriye û ji bo careseriye Kurdistane jî li dijî azadbûyîna Kurdistan'e difaha xwe pesvazî dadgehe kiriye. Li ber caven însen henik tisten eskere hene û tû caran jî ew tistanan nayen bîrakirin, derek havalen PKK û Ocalan bersive ve bidin û me gele me jî xeberdar bibe. Ew mamosteye heja ne bi teneye gele me li her deme jî pistî vîye.
  4. nezanenezan
    we heta kinge netkurd van nuceyen ku bi zimaneki xirab hatiye nivisandin cap bikin. ji kerema xwe nuceyen xwe bas kontrol bikin. qalita malpera xwe kem nekin. "8-5 sal cezayê hebsê" evya sas hatiye nivisandin. 5-8 sal merov dinivsine. car carinan ji eyni rez u gotin gelek caran ten dubare kirin. silav u rumet
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.