Petrola Teqteqê şampanya ye
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 16:30:13


Teqteq: Petrola Teqteq wek `şampanya ya pîşesaziya petrolê` tê naskirin. Petrola Teqteq ji corê baş e û niha ev kêlgeh bûye yek ji baştirîn kêlgehên petrolê li seranserê cîhanê.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Hefteya borî mil bi milê pisporê petrolê û avakerê kêlgeha petrolê Umer Bendin, min serdana Teqteqê kir bi mebesta dîtina xelkê wê navçê û bandora vê pîşesaziyê liser jiyana wan a rojane.


Piştî bicîhiştina dar û bexçeyên Hewlêrê, me da ser riya Kerkûkê û ji nişka ve awayê riyê hat guherîn. Bo çend demjimêran, me da ser riyeke pir bi hevraz û nişîvan û tozgirtî û me çend nîşanên maînên çandî jî dîtin, lê dikaneke biçûk ku herçar aliyên wê bi çend daran hatibû girtin dilê me xweş kir.


Gundên vê navçê hemû di dema proseya Enfala Sedam de hatin rûxandin û niha navçe hê rûxandî maye, ji xeynî çend gundên biçûk ku hatine avakirin. Xwediyê wê dikanê, Sedîq Hemed (52) ku li gundê Şêwe Sûr jidayik bûye di dema Enfalan de ligel binemala xwe reviyabû Îranê, wek gelek malên din, mala Sedîq jî vegeriyabûn gundê xwe jiber başbûna rewşa aborî ya navçê di encama dîtina petrolê de.


Navbirî got: "Kêlgehên petrolê yên vir pir baş in." Lê Sedîq nîgeraniya xwe jî pêşan da ku ger kêlgehên petrolê yên din li vê navçê ku nêzîkî Kerkûkê ye bên dîtin, dibe hikûmeta Bexda dest deyne ser wan û ji destê Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbixe.


Bo Osman Hesen ê endamê civata şaredariya nahiya Şiwan, qazanca rasteqîne ya petrolê hê negihiştiye: " Ji dema ku petrol hatiye dîtin, gundên navçê hê pere wernegirtine û hê zû ye, lê di paşerojê de emê qazancên wê bibînin û hêdî hêdî tiştan pêşve dibin." Hesen herwiha daxwiyand ku qazanca petrolê niha gihaye bajarên wan lê piştî çend salên din wê bigihe gundên navçê jî.


Dema me geşta xwe domand, agirê petrolê ji dûr derdiket. Dema em gihan qampa kêlgeha petrolê ya Teqteq, nîşana agahdariyê li her çar aliyên kampê hatibûn danîn. Em derbas bûn, ew dewrûber bi kabîneyên amadekirî hatibûn girtin ku taybet bûn bi karmendên wê kêlgehê ku jimara wan dike nêzîka 250 kesan ku 40 ji wan biyanî ne.


Bîrên petrolê yên Teqteqê rojane 60 hezar bermîlên petrolê berhem tînin. Li gor Can Savon, rêveberê kargêrî yê şîrketa Ttopco ku şîrketeke hevbeş a Tirkî- Swêsrî ye û serperiştiya projeya deranîna petrola Teqteq dike, heşt bîrên petrolê li Teqteq hene, ku heft ji wan nêzîka 7 hezar metroyan kûr in û ya heştem jî nêzîka 3500 metroyan kûr e.


Ji dema ku proseya berhemanîna petrolê destpê kiriye ku di 14ê Gulana 2006an de bû, ev kêlgeh nêzîka 12 milyon bermîlên petrolê berhem aniye û tê pêşbînîkirin ku 2 milyar bermîlên petrola yedek jî tê de mabe, ku nîvê wê bi kêrî deranînê tê.


Savon dibêje, qalîteya petrolê ewqasî baş e ku hinek di cîh de dixin tankeran de bê ku bişînin rafînerê.


Di 11-ê Hezîrana par de, di rêûresmeke berfireh de petrola Teqteq ket ser tora boriya petrolê ya niştîmanî ya Iraqê, lê piştî 4 mehan, jiber nakokiya ligel hikûmeta navendî liser sewdageriyên navberba şîrketan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, boriyên petrolê hatin girtin. Ev nakokî hê jî nehatiye çareserkirin, lê di heman demê de Savon dibêje: "Divê petrol bê firotin bo rafînerên navxweyî sê qatan kêmtir ji nirxê firotina wê bo derve."


Ligel wêya jî 26 şîrketên cuda girêbestên berhemanîna petrolê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmzekirine. Bo 16 gundên navçê, rewş berbi başiyê diçe. Piraniya gundiyan wek Dilşad Kakil ku nobedarê kampê ye, bi sedemê vê kêlgehê kar bidest xistine.


Herwiha beşek ji bernama hevkariyê ya vê şîrketê, çareserî tendirustî û dabînkirina pêdiviyên xwendingehê bê beramber dane gundiyên navçê û bîrên avê bo gundiyan kolane. Kakil dibêje, berhemanîna petrolê karekî baş bû ji gundiyên navçê re: "Piraniya xelkê vegeriyane ser gundên xwe û kar bidest xistine."


Piştî 25 xulekan bi otombîlê em gihiştin cihê dagirtina tankeran ku bi rêzê rawestiyabûn da bên dagirtin û berbi rafîneran ve herin. Piştî wêya jî dema em vegeriyan di nav gundan de derbas bûn, nîşana pêşkeftinê diyar bû, lê tenê dem dizane Kurd heta çiqasî qazanc ji dahata vê petrolê dike û dahata wê jî çawa tê dabeşkirin.

Tracy Shelton


Rudawnet

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.